Qeter li Hewlêrê Konsulxaneya Gistî vedike

Qeter li Hewlêrê Konsulxaneya Gistî vedike

PeiyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şandeya Qeterê ya di bin serokatiya Sekreterê Giştî yê Wezareta Derve ya Qeterê pêşwazî kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Hewlêrê bi Sekreterê Giştî yê Wezareta Derve yê Qeterê Ehmed Bin Hesen El-Hemadî re civiya.

Di hevdîtîna ku Balyozê Qeterê yê Iraqê Sultan Bîn Mubarek Elkubeysî û Konsulê Giştî yê Qeterê yê Hewlêrê Husên Bîn Elî Elfezale jî hebûn de her du aliyan tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên Qeterê yên bi Herêma Kurdistan û Îraqê re kirin.

Aliyan di hevdîtinê de herwiha mijarên peydakirina derfetên geşkirina pêwendiyan û kartên hilberînê yên Qeterê yên bi Herêma Kurdistan û Iraqê re jî gotûbêj kirin.

Qeter li Hewlêrê Konsulxaneya Giştî vedike

Şanda Qeterê destnîşan kir baweriya Qeterê bi Herêma Kurdistan û Iraqê heye û dixwaze di warên aborî û bazirganiyê de pêwendiyên xwe zêdetir bike.

Şandeya Qeterê her wiha da zanîn ku ji bo bihêzkirina pêwendiyan, wê Qeter li Hewlêrê Konsulxaneya xwe ya Giştî veke.

Şandeya Qeterê da zanîn ku Qeter amade ye di warên enerjî, tûrîzm, çandinî, perwerde, tenduristî û gelek warên din de sermayeyê xwe bi cih bike.

Nêçîrvan Barzanî jî ji bo vekirina konsulxaneyê şandeya Qeterê pîroz kir û ji ber vê yekê dilxweşiya xwe anî ziman.

Nêçîrvan Barzanî bi taybetî balê kêşa ser derfetên sermayedariya Qeterê û bi taybetî jî ya di warê projeyên jêrxaneyê yên li Herêma Kurdistan û Iraqê û ji ber vê yekê spasiya piştevanî û alîkariyên Qeterê yên ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin