Sanda Wezareta Pêsmerge besdarî bernameya Zanîngeha National Defense dibe

Sanda Wezareta Pêsmerge besdarî bernameya Zanîngeha National Defense dibe

PeyamaKurd – Şanda Karûbarên Wezareta Pêşmerge, li Amerîkayê weke beşek ji koma hêzên asayîşa Iraqê, beşdarî bernameya Zanîngeha National Defense dibe.

Roja Yekşemê, Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn, Şêwirmendê Wezaretê Bextiyar Sidîq, Cîgirê Serokê Sererkanê Pêşmerge Hoşmend Heyder, ji bo beşdarbûna bernameyeke hefteyekê ya ji bo berpirsên payebilind ên warê berevaniyê, serdana Amerîkayê kirin.

Şanda Wezareta Pêşmerge, beşek ji şanda Iraqê ye ku berpirsên sivîl û serbazî ji hejmarek ajans û wezaret li xwe digre. Semîner ji aliyê Zanîngeha  National Defense ve li navenda lêkolînên stratejî bo Rojhilata Nêzîk û Başûrê Asyayê hat sazkirin.

Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê, li Balafirgeha Dulles pêşwazî li şandê kir û li ofîsa nûnertiyê civînek pêk anîn.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê Beyan Samî Ebdurehman, beşdarbûna şanda Wezareta Pêşmerge di çarçoveya şanda Iraqê de bi vê bernameyê, bi girîng bi nav kir û got: “Bernameyên bi vê cûreyê, dibin bingeha bihêzkirina pêwendiyên me yên ligel hevbeşên me yên Amerîkî.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin