Erdogan: Bila Amerîka hêzên xwe ji Sûriyê vekisîne

Erdogan: Bila Amerîka hêzên xwe ji Sûriyê vekisîne

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji televizyona CBS a Amerîkî re daye xuyakirin ku ew dê kirîna sîstemên berevaniya asmanî yên rûsî S-400an berdewam bikin û ti welatek nikare tevî vê mijarê bibe.

CBSê beşek ji naveroka hevpeyvîna ligel Erdogan belav kiriye ku tê de dibêje, ji ber ku Amerîkayê firotina Patriotan bo wan red kiriye wan jî S-400ên rûsî kirîne û ew dê digel cezayên Amerîkayê jî di kirîna wan de berdewam bin.

Erdogan herwiha di beşeke din a hevpeyvînê de gotiye, bi qasî 900 leşkerên Amerîkayê li Sûriyê hene (Rojavayê Kurdistanê) û ligel ku Trump (serokê berê yê Amerîka) sala 2019an biryara vekişînê daye jî hîn hebûna xwe didomînin ku diviyabû vekişiyabûna.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin