Jinên Afgan ji bo qedexeya dibistinan xwepêsandan kir: Pênûsên me neskînin!

Jinên Afgan ji bo qedexeya dibistinan xwepêsandan kir: Pênûsên me neskînin!

PeyamaKurd – Bi sedema ku deshilatdariya Talîbanê dibistanan qedexe daniye ser jinan, bi dehan jinên Afgan li rojhilatê paytext Kabulê xwepêşandan kirin.

Xwepêşanderên jin banga vekirina dibistanan li pêşiya xwendekarên jin kirin û gotin, “Pênûsên me neşikînin.. Pirtûkên me neşewitînin..Dibistanan negirin”.

Li gorî çavkaniyên herêmê, çekdarên Talîbanê ji bo xwepêşandana keçên Afgan a bo perwedehiyê belav bikin, gule bi hewayê de reşandin.

Hêjayî gotinê ye, Talîbanê berê soz dabû ji bo xwendekarên keç jî dibistin bên vekirin û bikarin biçin dibistanan, lê niha jinên Afgan dibêjin, qedexeya li ser wan nehatiye rakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin