Tirkiye | Li ser îdiaya îhtimala rûdana kustinên siyasî lêpirsîn hat destpêkirin

Tirkiye | Li ser îdiaya îhtimala rûdana kustinên siyasî lêpirsîn hat destpêkirin

PeyamaKurd – Li Tirkiyê Serdozgeriya Komarî ya Enqerê li ser îdîayên sîyasetmedarên opozîsyonên yên îhtimala rûdana kuştinên siyasî lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozgeriya Enqerê ragihand, bi armanca zelalkirina daxuyaniyên çend rêveberên partiyên siyasî ku îdîa dikin dibe kuştinên sîyasî bên kirin, biryara lêkolîn û lêpirsînê hatiye dayîn û bi armanca lêpirsîna ku dê Ofîsa Lêpirsîna Tawanên Ragihandinê birêve bibe wekîlekî serdozgeriyê hatiye erkdar kirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî rêd kir ku îstixbarateke wisa li ber destê wan hebe û li ser mijarê got: “Ez Wezîrê Navxwe me, min pirs kir. Gelo îstîxbarateke kuştina sîyasî heye, na nîne. Ev rêbazeke FETOyê ye.”

Pêşî Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li Mersînê di axaftineke xwe de bal kişandibû ser gefên partiyên deshilatdar AKP-MHPê li ser partiyên opozîsyonê û gotibû, dibe kuştinên sîyasî bêne kirin û piştre, Serokê Partiya DEVAyê Ali Babacan û IYI Partiyê jî diyar kiribûn ku derbarê mijara kuştinên sîyasî de hinek gotegot hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin