PeyamaKurd – Hat ragihandin ku heta niha bi sedan çekdarên PKKê yên li Şingalê xwe radestî hêzên Pêşmerge kirine û niha gelek ji wan bûne pêşmerge.
Fermandarê Pêşmerge li Şingalê, Qasim Şeşo ji BasNewsê re daye xuyakirin, heta niha zêdetirî 800 çekdarên PKKê li devera Şingalê ji nav rêzên komên nêzîkî PKKê cuda bûne û tevlî hêzên Pêşmerge bûne.
Qasim Şeşo dibêje, beşek mezin ji wan çekdaran jî bûne pêşmerge.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin