PeyamaKurd – Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman, li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê diyar kir, dem pêwîst e heta ku kutleyên siyasî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê rêk bikevin û da zanîn, Îran û merciyên Şîe wê pêkanîna wê hikûmetê de xwedî rol bin.
Îro 23.10.2021ê siyasetmedarê Kurd ê diyar Dr. Mehmûd Osman eşkere kiriye: ‘‘Pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, wek pêkanîna hikûmetên din ên dema borî wê bibe, destpêkê divê kutleyên siyasî nav xwe de rêk bikevin û ew jî dem dixwaze.’’
Herwiha daye zanîn: ‘‘Niha nav mala Erebên Şîe de pirsgirêk hene, êdî dibe ku Îran û merciyên Şîe hewl bidin ji bo ku di nav xwe de rêkbikevin. Ji ber heta rêknekevin, ti tiştekî nikarin bikin. Berê çend mehek pêwîst bû ku rêkbikevin, lê vê carê dibe demeke zêdetir jî pêwîst be û divê her rêk bikevin jî. Destpêkê divê Şîe bixwe di nav xwe de rêkbikevin, ji bo destnîşankirina kesekî ku peywira serokwezîr wergire, êdî yên din hinek asantir dibe.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin