PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 26ê Cotmeha 2021ê, li Selahaddîn pêşwazî li Balyozê Fîlîpînê li Iraqê Generoso Calonge kir.
Di hevdîtinê de, Balyozê Fîlîpînê li Iraqê pesnê rola Serok Barzanî di xebata gelê Kurdistanê da û xweragiriya gelê Kurdistanê û rola Pêşmerge di şerê li dijî terorê de bilind nirxand û ragihand, li welatê wî rêz û pêgeheke taybet ji Pêşmerge re heye.
Di vê hevdîtinê de, gefên terorê, hizra tundrewiyê û çawaniya rûbirûbûna terorê li ser asta cîhanê hatin guftûgokirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin