PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi peyamekê bi tundî êrîşa teroristî ya şeva borî li parêzgeha Diyala pêk hat şermezar kir û sersaxiya malbatên qurbaniyan kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser “Twitter” peyamek belav kir û tê de amaje bi metirsiyên çekdarên DAIŞê kir û da zanîn, heta niha DAIŞ gefeke cidî li ser aştî û pêkvejiyana li herêmê ye û pêwîstiya wê bi rûbirûbûneke bikomî û herêmî heye.
Pêştir jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di piraniya hevdîtin, hevpeyvîn û peyamên xwe de amaje bi gef û metirsiyên çekdarên DAIŞê kiriye û ragihandiye ku tevî ku çekdarên DAIŞê li cihekî diyarkirî nemabin jî, lê belê heya niha ew gef in, bi taybet jî li navçeyên ku valahiya ewlehiyê lê heye.
Çekdarên DAIŞê li parêzgeha Diyala êrîşî gundekî ser bi navçeya Mîqdadiye kirin û di encama êrîşê de 12 kes hatin kuştin û gelek kes birîndar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin