Bedlîs | 55 koçber di otobusekê de hatin desteserkirin

Bedlîs | 55 koçber di otobusekê de hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, 55 koçber di otobusekê de hatin desteserkirin.

Parêzgariya Bedlîsê derbarê bûyerê 15ê Mijdara 2021ê de daxuyaniyek belav kiriye û diyar kiriye: “Hêzên ewlekariyê di çarçoveya hewldanên rûbirûbûna qeçaxçîtîkirina bi koçberan de li ser rêya Tetwanê ku diçe Bedlîsê xwest otobûsekî rawestîne û bo wê jî hişyarî daye lê ajovan ne rawestiyaye. Piştî şopandina ajovanê ku li gorî hişyariyan tevnegeriyaye, otobûs li Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê rawestî hate dîtin.”

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin, di nav otobûsê de 55 koçberên Afxanî hatine girtin û ajovanê otobûsê ji cihê bûyerê reviyaye.

Koçberên desteserkirî piştî kar û barên fermî bo Navenda Paşdeşandinê ya Koç û Koçberan a Wanê bên veguhestin.

Piştî kontrolkirina Afxanistanê ji aliyê Talibanê ve, koçberên ku dixwazin biçin Ewropayê, di ser Îran re derbasî Tirkiyê dibin, zêdetir bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin