Herkî: Ji ber sedemên siyasî tu carî Pêsmerge ji budçeyê sûd nedîtiye

Herkî: Ji ber sedemên siyasî tu carî Pêsmerge ji budçeyê sûd nedîtiye

PeyamaKurd – Pêşmerge li gor destûra Iraqê, beşek ji sîstema berevaniya Iraqê ye, lê salane budçeyeke mezin ji hêzên ewlehiyê û Heşda Şeibî re tê dabînkirin, lê ji bo Pêşmerge bi sedan bihane tên girtin û ji artêşa Iraqê Pêşmergeyan ji budçeyê bêpar dihêle.

Bexda her car dide zanîn, di salên borî de % 17 ji budçeya giştî ya Iraqê ji Herêma Kurdistanê re hatine şandin. Lê belê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ev yek red kir û eşkere kir, ew ê ji Herêma Kurdistanê re hatiye, ji wê rêjeyê jî tê birîn.

Di wê derbarê de endamê berê yê Komîteya Asayiş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Seîd Herkî destnîşan kiriye, li gor yasayê maf heye ji bo Pêşmerge ji budçeya siyasî pere were xerckirin, lê belê ji ber sedemên siyasî, tu carî Pêşmerge ji budçeyê sûd nedîtiye.

Endamê berê yê Komîteya Asayiş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Nasir Herkî diyar kiriye: “Hikûmeta Iraqê her car bihaneyan digire, carinan dibêje ku Wezareta Pêşmerge derbarê data û hejmar de hevkariyê nake. Lê piştî me lêkolîn di wê pirsê de kir, derket ku Wezareta Pêşmerge tevahiya amadehiya xwe nîşan da ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin