PeyamaKurd – Hikûmeta Kurdistanê diyar kir, yek ji projeyên stratejîk rêya Kelar û Kifrî ya li devera Germiyan e, ber bi qedandinê ve diçe.
Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Kurdistanê daye zanîn, çêkirina rêya navbera bajarên Kifrî û Kelar yên Herêma Kurdistanê berdewam e.
Fermangehê herwiha eşkere kiriye, projeya han ku yek ji projeyên stratejîk e li devera qedandinê ve diçe û kêm maye biqede.
Li gorî agahiyên fermangehê, dirêjahiya wê rêkê 25 km e û budçeya wê jî 43 milyar dînar e. Rojane 200 kes tê de kar dikin û heta niha zêdetirî 900 hezar m2 qîr tê de hatiye bikaranîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin