Wezareta Pêsmerge ji bo danîna plana salane ya rahênana serbazî civiya

Wezareta Pêsmerge ji bo danîna plana salane ya rahênana serbazî civiya

PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge îro bi daxuyaniyekê diyar kir, Wezaretê îro civîna xwe ya salane ji bo danîna plana serbazî ya 2022an bi amadebûna tevahiya rêveberî û lîwayan û nûnerê Hevpeymaniya Navdewletî encam da.

Wezareta Pêşmerge îro 30 Mijdara 2021ê di daxyuyaniyekê de da zanîn, bi serperiştiya Rêveberê Rahênanê di Wezareta Pêşmerge de Lîwa Ebdulla Kerîm, tevahiya rêveberî û lîwayên piyade û nûnerê Hevpeymanan ji bo danîna plana salane ya rahênana serbazî beşdarî civînê bûn.

Herwiha eşkere kir, di destpêka civînê de, Rêveberê Rahênanê behsa girîngiya encamdana rahênanê ji hêza Pêşmerge re, pabendbûna lîwa û yekîneyên serbazî bi demên rahênanê û cibicîkirina dîsîplîna serbazî kir.

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, nûnerên lîwa û rêveberiyên ser bi wezaretê ve, nêrînên xwe derbarê plana sala bê ya rahênanê pêşkêş kirin û amadebûna xwe ji bo destpêkirina proseyên rahênanê nîşan dan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin