PeyamaKurd – Du kelekên koçberan ên ku ber bi giravên Turcas û Caicos ên li Derya Karayip ve diçûn li hev ketin û di encamê de 7 kes xeniqîn.
Li gor çapemeniya herêmê belav kir, li bakurê rojavayê giravên Turcas û Caicos nêzîk girava Providenciales, du kelekan bi tundî li hev dan û ji ber bandora lihevdanê noqî avê bûn.
Rayedaran diyar kir, 64 koçberên ku ketin behrê piraniya wan hatin rizgarkirin, lê 7 kes xeniqîn û can dan.
Hat eşkerekirin, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin û ew koçberana xelkê Haitî bûne.
16 koçberên ku xwestine birevin jî ji aliyê polîs ve hatine girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin