Qeter 36 balafirên xwe yên ser disîne Tirkiyê

Qeter 36 balafirên xwe yên ser disîne Tirkiyê

PeyamaKurd -  Komîsyona Karên Derve ya Parlamentoya Tirkiyê di çarçoveya hevpeymaneke navdewletî de, hatina 36 balafirên şer û 250 personelên leşkerî ên Qeterê ji bo nav Tirkiyê pesend kir.

Komîsyona Karên Derve ya Parlamentoya Tirkiyê pêşniyara hatina 36 jet û 250 personelên leşkerî ên Qeterê bi armanca perwerdê ya nav Tirkiyê pesend kir. 

Heger di parlamentoya Tirkiyê de jî hatina balafirên şer ên Qeterê were pesendkirin, dê balafirên Qeterê bikarin di nav sînorên Tirkiyê de xwe ji bo şer amade bikin.

Di çarçoveya hevpeymanê de wê Tirkiye ji bo personelên leşkerî ên Qeterê, bê beramber ofîseke karkirinê, qadên perwerdê ên balafiran, parkên balafiran, av, elektrîk û tesîsên çakkirinê dabîn bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin