Mensûr Barzanî: Hêzek me wê li qontara çiyayê Qereçox yê Mexmûrê bicîh bibe

Mensûr Barzanî: Hêzek me wê li qontara çiyayê Qereçox yê Mexmûrê bicîh bibe

PeyamaKurd – Fermandeyê Leşkerên Taybet ên Yek û Gulan Mensûr Barzanî diyar kir, hêzek wan wê li qontara çiyayê Qereçox yê Mexrêmûrê bicîh bibe.

Fermandeyê leşkerên taybet ên Yek û Gulan Mensûr Barzanî, îro serdana gundê Xidircîze yê Mexmûrê û serdana wê malbatê ku sê kurên wan di êrîşa pêr bi şev ya DAIŞê de şehîd bûn kir.

Mensûr Barzanî serdana dayika wan şehîdan, ku Serok Barzanî nasnava “Şêrejin” lê kir jî kir û li wir ji rojnamevanan re da zanîn, em hatine ba dayika şêrejin û sersaxiyê bidinê û jê re bêjin, sê kurên wê yên qehreman şehîd bûne, niha em kurên wê ne.

Fermandeyê leşkerên taybet ên Yek û Gulan herwiha eşkere kir, bi fermana Serok Barzanî, em ê hêzekê li derdora vî gundî bicîh bikin û her gava terorîstên DAIŞê êrîş kirin, em ê bi can û dil bergirî bikin û em ê rê nedin careke din ev bûyer biqewimin.

Mensûr Barzanî destnîşan kir, ew ê li wir bicîh bibin û bi xelkê wê deverê re hemahengî bikin. Ne tenê gundê Xidircîce, em ê hemû deverê biparêzin.

Herwiha Mensûr Barzanî bang li Hikûmeta Iraqê jî kir ku valahiya navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê tije bikin, ji ber ku terorîstên DAIŞê ji wê yekê sûd dibînin û êrîş dikin.

Mensûr Barzanî qala amadebûna hêzên Pêşmerge jî kir û diyar kir, em ji sala 2014 de ve heta niha amade ne û mîna ku Serokê Hikûmeta Kurdistanê jî got, em li hêviya Hikûmeta Iraqê namînin û ji rojavayê bendava Mûsilê ve heta Xaneqînê, Pêşmerge li ser xeta berevaniyê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin