PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihandiye ku wan li Eyn Îsayê bersiva êrîşên artêşa Tirkiye û komên çekdarên girêdayî wê daye.
HSDê bi daxuyaniyekê ragihandiye, hêzên wan di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan daye û hatiye gotin, artêşa Tirk û çekdarên wê bi çekên giran gundê Seyda, rêya M4 û navenda navçeya Eyn Îsa topbaran kirine û di encama topbaranê de zirar gihîştiye mal û erebeyên sivîlan.
HSDê daye zanîn ziyan gihîştiye Nexweşxaneya Şehîd Omer Eloş a li bajarê Eyn Îsayê jî û diyar kiriye, “Di çarçoveya parastina mafên rewa de hêzên me bersiva êrîşan dan. Şervanên me li baregeha dagirkeran a li gundê Sêdar da û rûxand. Li baregeha Kermaze ya li bakurê Eyn Îsayê jî da û wêran kir.”
HSDê daye xuyakirin ku ew dê di bersivadana êrîşên li ser herêmên wan bêne kirin de berdewam bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin