Li Bismilê 2 malbat pevçûn: 1 kustî û 10 birîndar

Li Bismilê 2 malbat pevçûn: 1 kustî û 10 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Bismilê du malbatên li gundên Kayabaşı û Qorûkçûyê bi sedemekî ku nehat zanîn pevçûn. Di pevçûnê de kêr û çek hatin bikaranîn. Di encamê de kesekî hat kuştin û 10 kes birîndar bûn. Di nav birîndaran de rewşa 3 kesan xedare. Hat zanîn malbatên ku pevçûne paşnavên wan Aslan Erkek in.

Li ser bûyerê gelek tîmên cendirmeyan çûn ciyê bûyerê. Li nexweşxana dewletê ya Bismilê kesekî can da û 10 birîndarên din birin nexweşxana Zankoya Dicleyê ya Diyarbekirê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin