Li kampa Holê îsal 68 kes hatin kustin :11 ji wan zarok û 24 jî jin bûn

Li kampa Holê îsal 68 kes hatin kustin :11 ji wan zarok û 24 jî jin bûn

PeyamaKurd – Li kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê ku malbatên DAIŞê tê de ne, îsal 68 kes hatin kuştin ku 11 ji wan zarok û 24 jî jin bûn.

Navenda Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê derbarê rewşa kampa Holê de raportek belav kir û di raporta xwe de diyar kir, wan kuştina 11 zarokan li kampa Holê di sala 2021an de belge kiriye.

Di hûrguliyên wê raporê de hatiye eşkerekirin, ku bi dirêjahiya îsal, 68 kes li Kampa Holê hatine kuştin ku ji wê hejmarê 11 zarok û 24 jin in .

Herwiha li heman kampê di vê salê de 169 kes hatin girtin ku 27 ji wan jin in. 2 zarokan jî ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin.

Derbarê radestkirina malbatên DAIŞê yên biyanî de, navenda navborî eşkere kiriye ku di sala 2021an 9  jinên Ukraynî, 19 kesên Albanî ku 15 ji wan zarok bûn û 5 jin bûn li gel 2 zarokên Filistînî radestî welatên wan hatine kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin