Hikûmeta Kurdistanê betlana hefteyekê ji bo hemû sazî û dezgehan ragihand

Hikûmeta Kurdistanê betlana hefteyekê ji bo hemû sazî û dezgehan ragihand

PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di çarçoveya cejna sersala nû, betlana hefteyekê  ji bo hemû sazî û dezgehên hikûmetê ragihand.

Li gor Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ji roja Şemiyê 25.12.2021ê ve betlaneya sersala nû li hemû sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di nava wan saziyên perwerde û hîndekariyê destpê dike û heta roja Şemiyê 1/1/2022an berdewam dike.

Herwiha destnîşan kir, dewama fermî hemû sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê, roja Yekşemê 02/01/2022an destpê dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin