Ji Papa peyama Krîsmasê: Êsa xelkê Sûriye, Yemen û Iraqê ji bîr nekin...

Ji Papa peyama Krîsmasê: Êsa xelkê Sûriye, Yemen û Iraqê ji bîr nekin...

PeyamaKurd - Papayê Vatîkanê Papa Francis, li meydana Sant Peter a Vatîkanê di merasîma Krîsmasê de rewşa xelkê Sûriye, Yemen û Iraqê bibîr xist û daxwaz kir, şer li wan welatan bê rawestandin ku heta niha ew şer bûye sedema mirin û derbiderbûna bi hezaran kesan.

Papa di peyama xwe de got ku, nabe êşa wî xelkî bê jibîrkirin û wiha pê de çû: “Em xelkê Sûriyê bînin bîra xwe, ku zêdeyî 10 sal in di şer de ne, di encam de gelek kes bûne qurbanî û hejmareke zêde derbider bûne. Em li Iraqê binêrin, ku hê ji ber şerê demdirêj li ber xwe dide. Em guh bidin giriyê zarokan li Yemenê, ji ber trajediya mezin ku her kes dibîne, bi bê dengî derbas dibe û her roj mirin çêdibin.”

Papa Francis ê 85 salî di meha Adara 2021ê de serdana Iraq û Herêma Kurdistanê kiribû û tevî serdanên pêkhateya mesîhî bi hejmarek berpirs, kesayetiyên olî û xelkê re civiyabû û li Hewlêrê jî beşdarî merasîmeke mezin bûbû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin