PeyamaKurd – Li parêzgehên Îzmîr û Aydinê yên Tirkiyê, 102 penaber ji nav deryayê hatin rizgarkirin.
Tîmên Fermandariya Ewlekariya Peravan, li navçeya Çeşmeyê 66 penaberên di nav Deryaya Egeyê de asê mabûn derxistin. Penaberên ji deryayê hatin derxistin, radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Îzmîrê kirin.
Herwiha li navçeya Kuşadasî 4 di nav avê de 32 jî di nav belemê de, bi giştî 36 penaberên di nav deryayê de asê mabûn, hatin derxistin. Her 36 penaber radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Aydinê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin