Li Rûsyayê rêxistina mafê mirovan “Memorial” hat girtin

Li Rûsyayê rêxistina mafê mirovan “Memorial” hat girtin

PeyamaKurd – Li Rûsyayê rêxistina Memorialê ku rêxistina mafê mirovaye, bi birayara dadgehê hat girtin. Dadgerê Dadgeha Bilind ya Moskovayê Alla Nazarova, di celseya îro de ragihand ku Memorial qanûna Rûsyayê ya bi navê “qanûna casûsiya biyaniya” binpê kiriye.

Memorial jî giraniya xwe daye ser sûcên dewra Sowyeta berê û dixwaze sûcdarên wê demê derxe ortê û sûcdariya dadgehê qebûl nake. Dibêje doz siyasî dimeşe û kesên ku fikr û ramanên wan cudane, rêvebirî dixwaze dengê wan bibire.

Ji rêvebirên rêxistina Memorialê Jan Raçinski, ragihand ku wê li biryara dadgehê îtîrazê bikin û dozê bigihînin Dadgeha Mafê Mirovan ya Awrûpayê.

Nûnerê serdozgeriya Rûsyayê Aleksey Cafcarov jî ji dadgehê daxwaz kir ku Memorialê bigre, rêxistin dewleta 30 sal berê ya Sowyetê bi “dewleta terorê” tewan dike û li welat derewan belav dike.

Dadgeh, her weha ji bo Memorialê xwe weka “casûsê biyanî” bi nav nekir, 54 hezar Euro cezayê pere da rêxistinê.

Li gor qanûna Rûsyayê rêxistina ku ji derve fon an ku pere temîn bike û alîkariyê bistîne, wê bi “casûsî” binav dike û divê rêxistin xwe bi awayekî fermî, bi navê “casûs” binav bike.

Li ser biryara dadgehê xwepêşandan destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin