Mistefa Hicrî ji bo hatina sala nû peyameke pîrozbahiyê belav kir

Mistefa Hicrî ji bo hatina sala nû peyameke pîrozbahiyê belav kir

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) Mistefa Hicrî, bi hilkefta sersala nû ya Zayînî peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Peyama pîrozbahiyê ya Mistefa Hicrî bo sala 2022yan wiha ye:

“Salroja jidayîkbûna Pêxember “Îsa Mesîh” û cejna sersala nû ya Zayînî, ji hemû hevwelatiyên Mesîhî yên li Kurdistan û bi taybet Mesîhiyên ku li Kurdistana Îranê rûniştî ne, pîrozbahî dibêjim.

Hêvî dikim sala 2022yan, bo hemû aliyan salek pir ji xweşî, aştî û birayetî be.

Lêpirsyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî

30yê Kanûna Pêşîn a 2021ê

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin