Êrîs birin ser tîmên polîsan û 13 polîs birîndar bûn

Êrîs birin ser tîmên polîsan û 13 polîs birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Kolombiyayê li rojavayê başûrê welat li bajarê Caliyê êrîş birin ser tîmên polîsan û di encamê de 13 polîs birîndar bûn.

Serokê dewleta Kolombiyayê Ivan Duque di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku bi teqemeniyan êrîşê ser alavên polîsan kirine.

Rêvebirê polîsan yê giştî General Jorge Luis Vargas Valencia, di civîna çapemeniyê de ragihand ku bûyerê Artêşa Netewî ya Rizgariyê  (ELN) girtiye aliyê xwe û weha got:

“Jiyana birîndaran ne di talûkê de ye lê rewşa hinekan hesase. ELN, bi sedema kuştina lîderên wan Fabian ku ji aliyê artêşê de hatibû kuştin, vê êrîşê kir.”

Vargas got ku dewletê xelatê dide ew kesên ku ji bo di derbarê êrîşkeran de agahiyan bide û xelata wan 17.500 dolare.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin