PeyamaKurd – Li welatê Çînê li eyaleta Siçûanê li bajarê Tîbeta otonom Ganziyê, di santrala hîdroelektrîkê de lûleya avê teqiya û av ket nav santralê. Di encamê de 7 kes mirin û 2 kes wenda ne. Lêgerîna li wan 2 kesan dewam dike.
Li gor çapemeniya Çînê li dora santralê qatên avahiyan yên binî di bin avê de man. Her weha erebeyên li ser kolanan jî di bin avê de man.
Ji deverê li dora 150 kes hatin tehliyekirin lê li gor wezareta rewşa lezgîn jimara wendayiyan zêdeye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin