PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Iraqê, ji Iraq û Herêma Kurdistanê re, 5 rênmayiyên nû ji bo tekoşîna hember Omicronê derxist.
Li gor nivîseke Wezareta Tenduristiya Iraqê, ku ji Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û fermangehên Tenduristiya Iraqê re hatiye araste kirin, roja 18.01.2022yê lijneya fermana dîwanî ya taybet tekoşîna hember vîrusa Koronayê, ji bo guftûgokirina bergiriyên taybet derbarê Omicronê de civiya ye û 5 rênmayiyên nû derxistiye.
Rênmayiyên hatine derxistin wiha ne:
1 – Berdewambûna çavdêriya nexwaşan û dabînkirina derman û pêwîstiyên bijîşkî.
2 – Pêwîstî bi zêdekirina lêdana derziyê heye û ji bo wê jî zêdekirina binkeyên lêdana derziyê û zêdekirina dema karê wan pêwîst e.
3 – Karkirin bi rasparde û erkdariyên nû yên derbarê dema karantînakirinê û çavdêrîkirina wan kesên ku tên karantînakirin.
4 – Amajekirina li ser çavdêriya tenduristiyê û cîhbicîhkirina biryarên lijneya bilind a tekoşîna hember vîrusa Koronayê di wêneyên giştî, dibistan û zankoyan de.
5 – Bihêzkirina hewldanên hişyarkirina hemwelatiyan derbarê metirsiya Koronayê û bi taybet jî derbarê Omicronê de û giringiya wergirtina derziyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin