Rejîma Îranê 3 girtiyên din bi dar ve kir

Rejîma Îranê 3 girtiyên din bi dar ve kir

PeyamaKurd – Rejîma Îranê, di girtîgeha Navendî ya bajarê Îlamê de, 3 girtiyên bi navên “Hamid Menûçêhrî”, “Mihemmed Kerîmnijad” û “Subhan Şuhanî” bi dar ve kir.

Li gor zanyariyan, ew sê girtî bi tohmeta “kuştina bizanebûn” hatibûne binçavkirin û pişt re jî, ji aliyê dezgeha dadweriyê ya hikûmeta Îranê ve, cezaya îdamkirinê ji ser wan re hatibû birîn.

Herwisa, di nav wan sê girtiyan de, Hamid Menûçêhrî xelkê bajarê Mêhranê ye.

Heta vê demê, îdamkirina wan sê girtiyan, ji aliyê ti medyayên navxweyî yên Îranê û herwisa çavkaniyên fermî nehatiye ragihandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin