Sûriye | Karmendên rejîma Esed bi komî îstifa dikin!

Sûriye | Karmendên rejîma Esed bi komî îstifa dikin!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Derayê komek karmendên girêdayî hikûmeta Şamê dixebitîn ji ber kêmbûna mûçeyan û krîza darayî îstifa kirin.

Li gorî ragihandina rojnameya Şerq El Ewsat karmendên Sûriyê ji ber rewşa li ser wan hatiye ferzkirin azaran dikişînin. Mûçe têrê nakin, di heman demê de rê nadin ku dev ji wî karî berdin û rêyeke din a debarê bibînin. Li gorî hin karmendên li Derayê, di hemû aliyên jiyanê de li Sûriyê bihabûneke anormal heye.

Hêjayî gotinê ye, li Sûriyê hejmarek zêde karmend tenê li dor 27 doldaran mûçe werdigirin ku ev 130 hezar lîreyên Sûriyê dike û têra debara wan nake.

Herwiha ji bo karmendên ku zêdetirî 15 rojan dev ji karên xwe berdin jî ji 3 heta 5 sal ceza li wan tê birîn û cezayê pereyan bi qasî mûçeya salekê ji wan tê birîn.

Ji bo karmend bikarin îstifa bikin jî divê bertîlê bidin û herî kêm 3 milyon lîreyên Sûriyê li hember qebûlkirina îstîfayê bidin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin