PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, ragihand ku ew jê piştrast e ku wê proseya endamtiya NATO yê Swêd û Fînlandayê bi erênî encam bide.
Stoltenberg, ji ajansa Alman dpa re li ser astengiyên ku Tirkiye li pêşiya endamtiya NATO ya herdu welatan derdixe daye xuyakirin ku ew jê piştrast e dê proseya endamtiyê bi erênî enmcam bide, lê niha nikare ji bo wê tarîxekê bide.
Herwiha Stoltenberg bal kişandiye ser nêrînên cuda yên di nav endamên hevpeymana NATO de û li ser pirsa ‘heger peymana damezrandina NATOyê îro bihata girêdan, wê encam çawa bûya?’ gotiye, nabe ew bikevin nav spekulasyonên wiha ku ti maneya wê nîne.
Stoltenberg diyar kiriye ku digel nêrînên cuda yên nav hevpeymanan jî NATO platformeke girîng a danûstandina ramanê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin