YEyê, banga agirbesta Rusyayê bi peyva ‘sexte’ pênase kir

YEyê, banga agirbesta Rusyayê bi peyva ‘sexte’ pênase kir

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, rayedarên Yekîtiya Ewropayê (YE), agirbesta demkî ya Rusyayê ya di şerê li dijî Ukraynayê de ku ji ber Cejina Noelê ya Ortodoksê daye, wekî "sexte û durûtî" pênase kir.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel, di derbarê biryara agirbestê ya Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin a ji bo artêşa Rusyayê de bi navbeynkariya medyaya civakî, daxuyaniyek da û bi rêya daxuyaniyê banga Rusyayê nirxand.

Hat diyarkirin ku Michel, Kremlîn wekî êrîşkar û gelê Ukraynayê jî wekî qurbanî pênase kir û da zanîn ku yekane bijardeya guncav ji bo vegerandina aştî û ewlehiyê, dê vekişîna leşkerên Rus a ji Ukraynayê be.

Michel di peyama xwe de got, "Ragihandina agirbesta yekalî, bi qasî îlhaqên dijyasayî û xirab û referandûmên pê re derew û durû ye."

Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, ferman dabû Wezareta Berevaniya Rusyayê ku bi boneya Cejina Noelê ya Ortodoksan, 6ê Çileyê ji saet 12.00an pê ve li Ukraynayê agirbesteke 36 saetan pêk bînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin