'PDK amade ye ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hêsankariyê bike'

'PDK amade ye ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hêsankariyê bike'

PeyamaKurd – Şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di çarçoveya hevdîtinên berdewam ên aliyên siyasî yên Kurdistanê de, îro 2yê Sibatê li bajarê Hewlêrê serdana Tevgera Goran kir û bi rêveberên Goranê re civiya.  Endamê polîtburoya PDKê Piştîwan Sadiq û berdevkê Tevgera Goran Dilêr Ebdulxaliq naveroka civînê bi civîneke rojnamevanî eşkere kirin.

Berdevkê Tevgera Goran Dilêr Ebdulxaliq got, dosyayên hilbijartin û darayî yên Herêma Kurdistanê û pêwendiyên ligel Bexdayê hatine gotûbêj kirin û wiha pê de çû: “Pêwîste astengên li pêş hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nemînin û ew yasayên ku rehenda yasayî, niştimanî û siyasî hene bi danûstan û bi lihevkirina di navbera hemû aliyan ve divê pêk bê, ew pirsgirêkên ku rehenda ewlehî jî heye pêwîste bi desthilata dadwerî û dadgehê ve bi awayekî serbixwe çareseriyek ji bo wan bê dîtin ku asteng li pêş proseya siyasî nemînin.”

Endamê polîtburoya PDKê Piştîwan Sadiq jî got: “Em ligel Tevgera Goran wek yek ji hevpeymanê serekî û pêkanînerê serekî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, me pêwîst zanî ku hin mijaran nûjen bikin û gotûbêjê li ser bikin. Mijara yekem hilbijartin bû ku wek proseyeke demokrasîyê pêwîste piştî temenê Parlamentoya Kurdistanê hate dirêj kirin, pêwîst bû dema xwe de hilbijartin bê kirin. Eger xwedê neke hilbijartin neyê kirin ezmûna Herêma Kurdistanê dikeve bin pirsyarê de. Ji bo wê jî PDK amade ye hemû hevkarî û hêsankariyê bike ji bo rêveçûna hilbijartinê di meha 10ê ya îsal de pêk bê û wê mehê derbas neke.

Sadiq di dewamê de wiha axivî: “Kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji PDK û Goran û YNK û çend partiyên din pêk hatiye, ti tiştek kêm nekiriye ku ji hemû aliyekî ve xizmeta xelkê Kurdistanê bike. Ti biryareke encûmena wezîran bi piranî û kêmîneya deng ve derbas nebûye. Serokê Hikûmetê derfeta baş bi hemû tîman daye ji bo ku gotûbêj li ser hemû mijaran bikin ku tên dikevine rojeva encûmena wezîran.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin