PeyamaKurd – Koçberên Sûriyê yên ji ber şerê navxwe reviyabûn û li bajarên Bakurê Kurdistanê bicih bûbûn, ji ber erdheja mezin a 10 bajar dane ber xwe, careke din koçber bûn.
Li gelek deveran koçberên Sûrî ji bajarên bandoreke mezin a erdhejê li ser wan çêbûye koçber dibin.
Li aliyekî jî di demên dawî de hestên nijadperestî yên dijî koçberan bi taybet jî ji bo koçberên Sûriyê zêde bûne û tê xwestin, erdhejê wekî derfeta qewirandina koçberan bikar bînin ku koçber gelek caran rastî êrîş û destwerdanên nijadperestî tên.
Heta niha 25 termên koçberên Sûrî yên di erdhejê de can dane, bi rêya deriyên Bab el-Hewa, Bab el-Selame û el-Raî ji bo Sûriyê hatine veguhestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin