PeyamaKurd – Rêveberê Liqa Partiya Demokrata Kurdistanê li Silêmaniyê Kameran Xerîb, da xuyakirin ku destê PKKê di bûyerên bi navê xwepêşandanên li dorûbera Silêmaniyê diqewin de heye.
Kameran Xerîb got, “Ji ber cîbicîkirina peymana Şingalê, PKK ji destdana herêma stratejîk bo xwe wekî xeterî dibîne. Pirsgirêka muçeyan dide pêş.”
Xerîb da zanîn ku PKK pirsgirêka muçeyan bikar tîne û bal kişand ser parvekirinên medya civakî yên alîgirên PKKê û diyar kir, hewil didin ji bo bigihin armanca xwe şer û tundiyê tev bidin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin