Polonya 3 dîplomatên Rûsyayê ji welatê xwe derdixe

Polonya 3 dîplomatên Rûsyayê ji welatê xwe derdixe

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Polonyayê ragihand ku wan biryarê daye da 3 dîplomatên Rûsyayê yên konsulxaneya Varşovayê naxwazin û dê wan derxin derveyê welat. Wezaret got ku wan bangî konsolosê Rûsyayê kirine û biryara xwe bo wî ragihandine.

Di beyana wezaretê de hat gotin dîplomatên Rûsî, sînorê dîplomatiya xwe îhlal kirine û zerarê didin Polonyayê. Biryar bi Amerîkayê re di nava hevkariyê de hatiye dayîn.

Amerîka jî biryarê daye ku 10 dîplomatên Rûsyayê ji nav sînorên xwe derbixe û mijara derxistina wan li ser mudaxeleya hilbijartinan û êrîşên sîberîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin