PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) ji bo posta parêzgariya Kerkûkê çar namzed nîşan dane ku dê digel PDKê yekalî bike.
Malpera Şefeq News a Iraqê bi zardê çavkaniyên YNKê ragihand ku îro 9ê Sibatê ji bo posta parêzgariya Kerkûkê 4 namzed YNKê ji nav rêveberên xwe destnîşan kirine ku dê yek ji wan erka parêzgerê Kerkûkê bistîne.
Li gor nûçeyê namzedê YNKê; Rizgar Elî, Aso Almanî, Rifat Ebdula û Xalid Şiwanî ne û dê pêşniyar li PDKê bê kirin, ku di civîna navbera PDK û YNKê de namzedê posta parêzgariya Kerkûkê bê zelal kirin.
Herwiha hat ragihandin ku YNKê ji bo posta seroktiya parlementoya Kurdistanê jî Bêgerd Talabanî û Rêwaz Fayêq kirine namzed.
Tê çaverêkirin di civîna PDK û YNKê ya 18ê Sibatê de, parêzgariya Kerkûkê jî tê de çend mijarên din ên ji bo avakirina kabîneya nû werin zelalkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin