PeyamaKurd - Rêvebiriya Îsraîlê ji bo ewlehiya Îsraîliyên li Ûkraynayê bi rewşa “awatre” civiya. Li Ûkraynayê hemwelatiyên Îsraîlê û hem civakên xelkê Cihû hene.
Tevî ku roja şemiyê ji bo Yahûdiyan tatîla pîroze jî, serokwezîrê Îsraîlê Bennet, wezîrê karên derve yê Îsraîlê Yair Lapid, serokê konseya ewlehiyê Eyal Hulata û rêvebirên din yên di asta bilind de, bi rewşeka “awarte” civiyan.
Di civînê de li ser endîşa rewşa civak û hemwelatiyên Cihû rawestiyan û hem li ser mijara tehliyekirina wan axifîn. Her weha li ser mijara ku di şûna hişyariya geştûguzariya ji bo Ûkraynayê bidin, li ser terkkirina yahûdiyan ya Ûkraynayê axifîn.
Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Lapid, bi konsolosê Kievê re axifiye û gotiye ku wezaret nikara xizmetên lezgîn bide konsulxana Îsraîlê ya li Ûkraynayê.
Roja înê, wezareta karên derve ya Îsraîlê bi sedema îhtîmala ku dibe şerekî di navbera Rûsya û ÛKraynayê de çêbibe ragihandibû ku biryarê dane da diplomat û malbatên wan yên li Ûkraynayê welat terkbikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin