PeyamaKurd – Hewldanên revê û derxistina aloziyên li kampana Holê ya Hesekê ku bi hezar DAIŞî û malbatên wan tê de têne girtin berdewam dike.
Hêzên QSD’ê 4 çeteyên DAIŞ’ê ku doh ji kampa navçeya Holê reviyabûn girtin.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji 7 DAIŞîyên ku doh ji kampa Holê reviyabûn, 4 ji wan desteser kirin ku dixwestin berê xwe bidin Tirkiyê.
Hat ragihandin ku 4 ji DAIŞîyên reviyabûn hatine girtin û lêgerîna bo girtina 3 kesên din jî berdewam dike.
Herwiha operosyanên HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî yên dijî şaneyên razayî yên DAIŞê jî berdewam dike ku hat ragihandin, li Dêrazorê dema operasyonê 2 çekdarên DAIŞê bombe bi xwe de teqandine û hejmarek jî hatine girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin