Halilzad: “Pêwiste partiyên mezin yên Kurdistanê bi hevre bixebitin û hevkarên hev bin”

Halilzad: “Pêwiste partiyên mezin yên Kurdistanê bi hevre bixebitin û hevkarên hev bin”

PeyamaKurd – Balyozê Amerîkayê yê berê yê Iraqê Zalmay Halilzad, di hevpeyvîna xwe ya bi Rûdawê re got:

“Pêşdeçûnên li herêmê bi neyînî bandorê li Iraqê dike û heya niha çima Iraq di seha enerjiyê de bi derve ve girêdayiye, ew kêmasiya Iraqê ye.

Pêwendiyên Bexda û Herêma Kurdistanê ne weka ku tê xwestin û pirsgirêkên petrolê û enerjiyê hêj dewam dikin.”

Di mijara biryarên dadgeha federal ya Iraqê de Halilzad got ku li gor wî; dadgeha federal ya Iraqê carna ne li gor destûra Iraqê biryaran dide. Tengasiyên aboriyê yên bi sedema petrola Kurdistanê û nedana mehaneyên xebatkarên Kurdistanê ji aliyê Bexdayê de, ji bo herêmê zatmetiyan çêdike û pêwiste partiyên mezin yên Kurdistanê bi hevre bixebitin û hevkarên hev bin”

Zalmay Halilzad di salên 2005-2007an de li Iraqê balyozê Amerîkayê bû. Li ser rewşa serokwezîrê Iraqê Sûdanî ku Halilzad wî çawa dibîne an di derbarê wî de çi difikire got:

“Ez ê sibê pê re hevdîtin bikin. Ez fikrên wî yên di derbarê herêm û bajaran de dizanim. Li ser aboriyê, enerjiya serbixwe, geşepêdana aboriyê û hilberîna elektrîkê erêniye û xweş dibêje. Lê ez nizanim bi çi rengî li Herêma Kurdistanê dinêre. Partî an mîlîsên wî nînin û ji bo bigihê hedefên xwe bi lîderên siyasî bawere. Ne tenê girînge ew çi difkire lê kesên ku pêvajoya siyasî ya Bexdayê kontrol dikin, fikrên mîlîs û lêderên siyasî jî girîngin.

Li gor min; fikra wan ew e di şûna sîstema federal de dixwazin sîstemekî navendî deynin lê divê eyaletên ku dixwazin bibin federal divê derfetan bidin wan. Ez zanim ev tiştekî erênî nîne. Divê li destûrê rêz bigrin, xalên wê bicîh bînin. Eger destûrê biguhêrin, tê de xalên taybet hene ku wê çawa karibin destûrê biguhêrin. Difikirim ku di biryarên dide de, zahmetiyan dibîne.”