Serokê sanda ENKSê ya Almanya: Em guhertina demografî qebûl nakin

Serokê sanda ENKSê ya Almanya: Em guhertina demografî qebûl nakin

PeyamaKurd - Şanda ENKSê ku bi serokatiya Mihemed Îsmaîl li Berlînê ligel Wezareta Derve ya Almanya û hejmareke berpirs li ser pirsa Sûriyê civiya ragihand ku ew di herêma ewle ya Tirkiye-Amerîka rêkeftine de, guhertina demografî qebûl nakin.

Mihemed Îsmaîl li ser Herêma Ewle wiha got: “Pêwîst e ew navçe di bin çavdêrî û piştevaniya navdewletî de be. Pêwîst e ENKS û Leşkerêm Roj (Pêşmergeyên Rojava) tê de roleke sereke bibînin. Herwiha em qebûl nakin koçberên Sûriyê yên li Tirkiyê ku 3 milyon in, hemû vegerin Navçeya Aram û guhertina demografî ava bibe. Pêwîst e xelkê navçeyê yên resen tenê vegerin.”

Mihemed Îsmaîl ji KDP.info re li ser hevdîtinan da xuyakirin, “Ji ber pêwendî û têkeliyên bihêz ên di navbera ENKS û Herêma Kurdistanê ligel Almanya û ji ber rola girîng a Almanya di pirsa Sûriyê de, em ligel Wezareta Derve ya Almanya civiyan û me behsa rewşa Kurdên Efrînê û karesat û tawanên ku li wir tên serê xelkê bi destê girûpên çekdar, kir û me daxwaz kir ku Almanya rola xwe bibîne di rawestandina wan binpêkirinan de û di vegera ewlehiyê ji bo Efrînê da ku xelkê wê vegerin ser malên xwe.”

Rêveberê ENKSê diyar kir: “Aliyê Almaniya jî tekez kir ku gelek nêrîn û helwestên wê wek nêrîn û helwestên ENKSê ne. Derbarê Navçeya Aram jî tekez kirin tekez kirin ku pêwîst e rêveberiyeke nû bi beşdariya hemû pêkhateyan ava bibe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin