Hatîmogullari peyama Ocalan parve kir
PeyamaKurd – Hevseroka Giştî ya DEMê Tulay Hatîmogullari, Rêberê PKKê Abdullah Ocalan got, "Divê em li Enqere, Stenbol, Amedê behsa aştiyê bikin." Peyama xwe parve kir û destnîşan kir ku divê hikûmet gavên berbiçav bavêje.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) li Qada Cumhuriyetê ya Esenyurtê mîtînga "Ji bo Azadiyê Aştî" li dar xist.
Hevseroka Giştî ya DEMê Tulay Hatîmogullari û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş beşdarî mîtîngê bûn.
Hatîmogûllarî got, "Em îro ji bo daxwaza edaletê ya ku li Tirkiyeyê şopa wê nemaye hatin vir, em ji bo daxwaza aştiyê hatin."
Hatîmogullari di axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtinên Îmraliyê û got, "Hemû welatiyên me yên li Tirkiyeyê dijîn, niha bi eleqeyeke mezin temaşe dikin û meraq dikin ku hevdîtinên Îmraliyê çawa derbas dibin û wê çawa bi dawî bibin."
Hatîmogûllarî peyama Abdullah Ocalan wiha parve kir:
“Berî her tiştî em vê bibêjin. Tenduristiya birêz Abdullah Ocalan pir baş e û ez silavên wî ji we re dişînim. Peyama Birêz Ocalan ji bo we gelê me yê hêja ev e; Wî got ku her ku Tirkiye demokratîk bibe, pirsgirêka Kurd jî bi rêbazên aştiyane û demokratîk çareser dibe. Ji bo ku aştî bibe civakî, ne tenê hikûmet an jî Partiya DEM, divê hemû partiyên siyasî, hemû partiyên muxalefetê, hemû kom, hemû dînamîkên civakî yên li Tirkiyeyê teqez bibin parçeyek ji vê pêvajoyê û bicihkerên wê bin. Ji bo ku em hemû bi hev re aştiyeke mayînde pêk bînin divê ev yek were bicihanîn.
Birêz Ocalan dibêje; “Divê em li Enqere, Stenbol, Diyarbekirê behsa aştiyê bikin.” Îro birêz Ocalan gavek avêt û got ku Partiya DEMê wek alîyekî dîyalog û danûstandinê amadeye erkê xwe bike. Lê derbarê berpirsyariyên dewlet û hikûmetê de hê gavên berbiçav nehatine avêtin. Beriya her tiştî divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û gavên berbiçav ên pêbaweriyê bên avêtin.