HDP: Em ê bi Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinê

HDP: Em ê bi Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinê

PeyamaKurd – Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar diyar kir, ji sedî yek îhtîmala girtina partiya wan jî hebe ew ê xwe nexin xeterê û got, "Em ê bi Partiya Çep a Kesk re bikevin hilbijartinê."

Tifaqa Ked û Azadiyê ku di nav de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TIP), Partiya Karker (EMEP), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Partiya Azadiya Civakî (TOP) û Serokê Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) da zanîn ku ew ê namzetê xwe dernexin.

Sancar ku di weşana zindî ya Halk TV de bû mêvanê bernameya 'Maseya Rêbertiyê' diyar kir, ji sedî yek jî îhtîmala girtina partiya wan hebe ew ê xwe nexin xeterê û wiha got: "Em ê bi Partiya Çep a Kesk têkevin hilbijartinê."

Sancar da zanîn, ew ê partiya xwe nexin xeterê û wiha got:

“Ji hezarî îhtîmalek hebe jî em nakevin pêvajoyek ku xetera girtinê hebe. Vê yekê wekî meseleyeke partiyekê nebînin. Di dîrokê de dikeve hilbijartina herî krîtîk. Pêvajoya hilbijartinê pir girîng e. Em di wê baweriyê de ne ku bi tifaqên xwe em mîsogeriya herî mezin in ku dema ev hikûmet were guhertin, veguherîna demokratîk pêk were. Ne mafê me û ne jî şensê me nîne ku em xwe ji hêzeke wiha mehrûm bikin.”

Sancar got, "Em ê bi Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinê" û got, "Partiya Çep a Kesk wê bi logoya xwe li hemû parêzgehên Tirkiyeyê bikeve hilbijartinan."

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin