Trump û Erdogan axivîn: Meha Mijdarê li Washingtonê dicivin

Trump û Erdogan axivîn: Meha Mijdarê li Washingtonê dicivin

PeyamaKurd - Li demeke ku Tirkiyê amadekariyên dawî li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê bo êrîşa ser Rojhilatê Firatê kirine, û çav li rê bû operasyonek ji nişkave destpê bike Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îşev pêwendiyeke telefonî pêk anîn. Piştî pêwendiya telefonê hat ragihandin ku dê Trump û Erdogan meha Mijdarê li Washingtonê li ser çawaniya avakirina herêma ewle gotûbêjê bikin.

Serokomariya Tirkiyê li ser wê pêwendiya telefonî daxuyanî da û got, dê herdu serok meha Mijdarê li Washingtonê hevdîtineke rûbirû bikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump îro pêwendiyeke telefonî pêk anîne û herdu serokan di pêwendiya telefonî de li ser avakirina herêma ewle, rewşa Sûriyê û pêşhatên li herêmê bi giştî axivîn û nerînên xwe bi hevdu re parve kirine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Erdogan ji Trump re gotiye, ji holê rakirina gef û metirisyên YPG û PKKê li Sûriyê û herwiha veger û bicihkirina koçberên Sûrîiyê li herêmê, şert û mercên Tirkiyê yên bo avakirina herêma ewle ne.

Serokomariya Tirkiyê da xuyakirin, herwiha herdu serokan tekezî li ser têkoşîna li dijî DAIŞê û berdewamiya wê têkoşînê kirine û dê Trump û Erdogan meha pêşiya me (Mijdar) li Washingtonê bicivin û li ser herêma ewle gotûbêjê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin