HDP sibe li Diyarbekirê starta çalakiyan dide

HDP sibe li Diyarbekirê starta çalakiyan dide

PeyamaKurd - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê sibê saet di 11.00'an de, li ser tayînkirina qeyûman bi ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê de li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê daxuyaniyeke girseyî bide.

HDPê ragihand ku dê Hevserokê Giştî Sezaî Temellî, hemû parlamenterên herêmê û hemû hevşaredarên bajar û navçeyan, endamên meclîsa şaredariyê û rêveberên bajar û navçeyan ên HDPê beşdarî daxuyaniyê bibin. 

Li aliyê din HDPê biryar da ku li dijî tayînkirina qeyûman, her şev saet di 20.00an de çalakiya deng derxistinê, li dar bixe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin