PeyamaKurd - Nûnerê taybet ê Amerîkayê James Jeffrey ji bo gotûbêjkirina rewşa dawîn a Sûriyeyê dê Tirkiye, Qeter û Erebistana Siûdîyê ziyaret bike.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê destnîşankir ku di tura Jeffrey a di navbera 15-23yê cotmehê da li welatên navborî dê hin hevdîtinan pêk bîne û dê li ser rewşa dawîn a Sûriyeyê raweste.
Di daxuyaniyê de herwiha hat diyarkirin ku Jeffrey dê pêşiyê biçe Tirkiyeyê û li vê derê dê hem ligel berpirsên hikûmetê û hem jî ligel lîderên mixalifên Sûriyeyî û komên civaka sivîl rûnê. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Jeffrey dê di van hevdîtinan da wê yekê bîne ziman ku Amerîka pabendî çareseriyeke siyasî ya ji bo krîza Sûriyeyê ye.
Dîsa di daxuyaniyê da hat gotin ku Jeffrey dê di kombûnên xwe yên li Qeter û Erebistana Siûdî de jî balê bikişîne ser wê yekê ku êrîşeke eskerî ya dijî Îdlibê dê tansiyona li herêmê rake û dê jiyana sivîlan bixe rîskê.
Balyozê berê yê Amerîkayê li Enqereyê James Jeffrey di 17 tebaxê da dest bi peywira xwe ya nû kiribû û seredana xwe ya ewil a dervayî welat jî dîsa di 1-4ê îlonê da ji bo Îsraîl, Urdin û Tirkiyeyê kiribû
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin