PeyamaKurd – Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê, li bajarê Amedê namzedê HDPê Adnan Selçuk Mizrakli bi ser ket û Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê qezenc kir.
Namzedê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) Cumali Atilla ku niha weke qeyûmê Amedê kar dike % 31 deng wergirt.
HDP herweha li Amedê hemû şaredarîyên ku qeyûm lê hatibûn wezîfdar kirin qezenc kirin.
Hêjayî gotinê ye ku li Amedê AKPê bi tenê şaredarîya navçeya Amedê Çêrmûgê bidest xistîye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin