PeyamaKurd - Hevserokên HDPê Pervin Buldan û Sezai Temelli bi peyameke pîrozbahî li Serokê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kirin.
Heverokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di peyama xwe de serkeftin ji Nêçîrvan Barzanî re xwestin: “Em hêvîdar in ku Serokatiya we ji bo aştî, yekîtî û seqamgeriyê herêmê tevkariyekê bike, em serkeftinê ji cenabê te re dixwazin.”
Serokwezîrtî jî di nav de heta niha we gelek wezîfê pêk anîn. Em bawer dikin ku di wezîfê xwe ya nû de hûn de ji bo çareserkirina pirsgirêkên hundirîn û derveyîn bi rê û rêbazên aştiyane û gotubêjêan çareser bikin
Wekî HDPê prensîba me ew e ku qeyranên rêveberî, civakî û siyasî yên li welêt û herêmê bi rê û rêbazên aştiyane, bi vîna gel û gotûbêjan bihên çareserkirin. Di vê çarçoveyê de em hêvîdar in ku wezîfeya we ya nû, di serî de ji bo Başurê Kurdistanê û hemû kurdan re xêrê bîne. Em ji dil pêşwazî li têkoşîna aştî, azadî û demokrasiyê ya li Başurê Kurdistanê dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin