PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge ragihand ku dê bo sala 2022 yê Amerîka bo Pêşmerge desteka mehane û desteka darayî bike. Di hevdîtina Kazimî û Biden de ku bo diyaloga stratejîk ya Iraqê û Amerîka hat kirin, ji wezareta Pêşmerge Hejar Îsmaîl bi heyeta Iraqê re li ser navê Herêma Kurdistanê çû Amerîkayê û ragihand ku tevlîbûna Herêma Kurdistanê bo diyaloga stratejîk ya bi Amerîkayê re gelkî girînge û di hevdîtina 2008 an de Herêma Kurdistanê tevlî hevdîtinên stratejîk nebû bû.
Hejar Îsmaîl di ragihandina xwe de got ku weka nûnerên wezareta Pêşmerge tevlî hevdîtinên li Pentagonê bûne û wezîfa hêzên Amerîkayê li Iraqê wek şêwrimendiya hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge hatiye guhertin.
Hejar Îsmaîl got ku Amerîka dê di mijarên şêwrê, lojîstîk û îstîxbarî de desteka xwe bo hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge dewam bike û terefê Amerîkayê girîngiyê dide tevlîbûna Herêma Kurdistanê bo hevdîtinên stratejîk.
Hêzên koalisyona navdewletî li Hewlêrê di merasima dewrkirina alavên leşkerî yên bo wezareta Pêşmerge de, alavên zirxî yên Hummer, û ambûlansan bi temamî 59 alavên leşkerî teslîmê wezareta Pêşmerge kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin