PeyamaKurd- Hate ragihandin ku piştê şer û pevçûnên doh li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku piranî Kurd in rû dan, îro 23yê Kanûnê jî elektrîk û înternet bi temamî li wan taxan hate qutkirin.
Çavkaniyên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihandine ku piştî pevçûnên doh ên di navbera Hêzên Ewlehiya Navxwe (Asayîş) û hêzên hikûmeta Sûriyeyê de, dorpêçeke tund li ser her du taxan hatiye danîn û hêzên Şamê rê nadin ku madeyên xwarinê derbas bibin û nahêlin xelk ketin û derketina wan taxan bikin.
Çavkaniyên xwecihî dane zanîn ku heta niha piraniya rêyên li derdora deverên aloz girtî ne, tenê rêya Eşrefiyê – Siryanê li ji bo hatin û çûnê vekirî ye û ew jî di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê de ye.
Li gorî agahiyan, top ji derdora Dadgeha Leşkerî û Polîsên Leşkerî, bi taybetî ji nav Baregeha Polîsên Leşkerî ya li Feydê hatine avêtin. Hate diyarkirin, dûrahiya di navbera cihê avêtina topan û malên ku bûne armanc ji 500 metreyan kêmtir e.
Hêjayî bibîrxistinê de, di encama topbarana doh de jinekê can dabû û di heman malê de çend kes jî bi giranî birîndar bûbûn.