'Hemû pêkhateyên Nînowayê pistgiriyê didin Hevpeymaniya Kurdistanî’

'Hemû pêkhateyên Nînowayê pistgiriyê didin Hevpeymaniya Kurdistanî’

PeyamaKurd - Berpirsê Ofîsa Hilbijartinanaa baskê 14ê yê PDKê li Mûsilê Menaf Mihemed Hesen ragehand, êzdî, mesîhî, şebek û pêkhateyên din ên olî û netewî piştgiriya li Hevpeymaniya Kurdistanê li Mûsilê dikin û dê beşdarî wê bibin.

Menaf Mihemed Hesen ragihand: ‘’Koçberên Nînowa yên li Duhokê bicîh bûne sedî 75ê wan hatine tomar kirin û yên din nehatine tomar kirin bo helbijartinên pêş ên roja 01.04.2020ê de pêk bê. Ew koçberên Nînowa yên li Hewlêrê jî heta sedî 50 hatine tomar kirin, ên din mane û di helbijartinên pêş ên civata parêzgehên Iraqê de ew ên ku nehatine tomar kirin nikarin deng bidin û ev yek dê bibe sedem ku gelek dengdêrên me li Nînowa ji helbijartinê bêpar bimînin.’’

Mihemed Hesen got, hemû pêkhateyên Mûsilê yên wek êzdî, mesîhî û şebek piştevaniya lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê dikin, dengên me dê zêde bin, lê pirsgirêk ew e biryar hatiye dan ku her kesekî li cîhê xwe dengê xwe bide û xelkê me bêhtir hîn koçbere û nikarin li cîhê xwe deng bidin û ev yek jî pirsgirêke mezine bo dengdêrên Nînowa.’’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin